NH: Nîsanên operasyonê her diçe zêdetir dibin
PeyamaKurd- Çavên hemû dinyayê li ser operasyona Îdlîbê ye. Muxalefeta Sûriyê hemû li Îdlîbê civiyaye. Rêxistinên dinyayê bala dinyayê dixwazin bikşînin ser operasyonê. Neteweyên Hevgirtî ragihand ku zora ser rêxistinên alîkariyê her diçe zêdetir dibe.
Serokê baregeha Koordînasyonê ya karên mirovî ya Neteweyên Hevgirtî (OCHA) John Ging, bo Konseya Ewlekariyê ragihand ku pêşdeçûnên li bajarê Îdlîbê wê pêdiviyeka mezin ya lezgîn bo wan çêbike.
Ging got ku êrîşên hewayî yên ser bajarê Îdlîbê û ser bajarên bakûrê Sûriyê ku li ser 3 wîlayetan hatin kirin, di êrîşan de gelek kes hatin kuştin, herêm bi ser hev de hatiye herifandin û ew kesên ku pêşiwaziya koçberan dikin, li ser wan alîkarvanan zoreka zêde heye.
Ging dewam kir û got ku koordînatorê NH Mark Lowcock li Şamê bi rêvebiriya Şamê re civîn kirine û di behsa belavkirina alîkariyê de lihev kirine. Di xîtaba bo Neteweyên Hevgirtî de Ging weha got:
“Em bang li Netweyên Hevgirtî dikin ku çi ji destê Konseya Ewlakriyê were bila bike. Her weke ku Kofi Annan jî gotibû ‘bo em serî bi pirsgirêkên xwe re derên têra me şiyan û alavên me hene bes îradeyeka siyasî bila hebe’.”
Rûsya, Îran û rejîm xwe amade kirine. Rûsya Behra Sipî tije keştiyên xwe yên şer kiriye. Îran hêzên xwe bi cîh kiriye. Tirkiye naxwaze opreasyon çêbibe. Balafirên Brîtanî Typhoon ji baregeha xwe radibin û ber bi Rojhilata Navîn de diçin. Bi balafirên Eurofighter û Tornado re tankêrên A330 jî hevalbendiyê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin