Kerkûk | Kurd ji çar lîsteyan zêdetir besdarî hilbijartinan dibin
PeyamaKurd – Biryar e roja 18.12.2023ê hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê bên kirin û Kurd li Kerkûkê ne bi yek lîsteyê, wê ji çar lîsteyan zêdetir û hevpeymanan, beşdarî van hilbijartinan bibin.
Li gor zanyariyan, beşek ji welatiyên Kurd ên Kerkûkê, dixwazin aliyên siyasî bi yek lîste û hevpeymaniyê beşdarî hilbijartinan bibin, lê heta niha tiştek tune ku Kurd wê li parêzgehekê bi yek lîsteyê biçin hilbijartinan.
Welatiyê Kerkûkî Şefîq Şiwanî daye zanîn: “Eger Kurdên Kerkûkê bibin yek û yekdeng bin, wê ji bo me hemûyan gelekî baş be.”
Hêzên siyasî heta niha li Kerkûkê neketine bin daxwaza Kurdistaniyan ji bo di yek lîsteyê de bin. Partiya Komunîst a Kurdistanê jî destpêşxeriyek ji bo komkirina YNK, PDK û hemû hêzên Kurdistanî di yek lîsteyê de daye destpêkirin, lê hewla wan heta niha bi ser neketiye.
Sekreterê Malbenda Kerkûkê ya Partiya Komunîst a Kurdistanê Dilşad Hesarî ji K24ê re destnîşan kiriye; “Em destpêşxeriya xwe dikin û vê erkê dîrokî datînin ser milê YNK û PDKê.”
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê rê li ber hêzên siyasî vekiriye ku lîste û hevpeymaniyên xwe pêşkêş bikin, lê heta niha ti partiyeke Kurdistanî lîsteyek pêşkêş nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin