Li Iraq û Kurdistanê di rojekê de 90 kesan ji koronayê can da
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku li Iraqê di nav 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 90 kesan can daye û 3 û 651 kesên din jî pê ketine.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê da xuyakirin, di 24 saetên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 90 kesan can ji koronayê can daye û 3 hezar û 651 kesên din jî bi vîrûsa koronayê ketine.
Wezaretê eşkere kir ku heta niha 260 hezar û 370 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 7 hezar û 512 kes jî pê mirine.
Herwiha hat diyarkirin ku di 24 saetên borî de 3301 kes ji Koronayê baş bûne û hejmara kesên baş bûne gihîştiye 198 hezar û 560 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin