Li Iraqê dijî sirketa Amerîkî êrîsa fuzeyan
PeyamaKurd – Di encama êrîşa moşekan a li dijî kompaniya petrolê Exxon a Amerîkî li başûrê Basrayê 3 kes birîndar bûn.
Tora Medyayî ya Serokwezîriya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku êrîş li dijî kompaniya sondajê ya li El Bercisiyê ya Besrayê bi moşekên katyuşa hatiye kirin û 3 kes birîndar bûne.
Berî du rojan jî bi fuzeyên katyuşa êrîşeke din li nêzîkî kampa El Tacî ya leşkerên amerîkî ku li Bexdayê ye hatibû kirin.
Berpirsekî pilebilind ê kompanyaya Exxon Mobil a amerîkî ragihandiye ku moşek li nêzîkî 500 metran bi dûriya binkeya îdarî ya kompanyayê ketiye xwarê.
Piştî vê êrîşê hat ragihandin ku kompanyaya Exxon Mobil biryar daye êvara îro 20 karmendên xwe ji Besrayê vekişîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin