Li Iraqê dijî Kompaniya Neftê ya Amerîkî êrîsa mosekî
PeyamaKurd - Li parêzgeha Besra ya Başûrê Iraqê, êrîşek bi moşekan li dijî kompaniyeke Petrolê ya Amerîkî pêk hat.
Çavkaniyeke ewlekariya Iraqê ragihand ku berbanga vê sibê 5 moşekên Katyûşa li nêzî zeviyên petrolê yên li devera Bercisiye ya li Besrayê ketin.
Çavkaniyê diyar kir ku şirketa Halliburton a Amerîkî bûye armanca êrîşê û ziyanek madî gihandiye avahiyên wê, lê ti ziyanên canî çênebûne.
Ev demeke Amerîka ji bo parastina hêz û kompaniyên xwe yên li Iraqê, dest bi bicihkirina sîstema parastina asmanî Patiriotan kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin