Tirkiye li dijî girêbesta HSD û kompaniya Amerîkî derket: Nayê qebûlkirin!

03 August 2020 14:50 0 dîtin
Tirkiye li dijî girêbesta HSD û kompaniya Amerîkî derket: Nayê qebûlkirin!

PeyamaKurd – Piştî rêveberiya Şamê doh nerazîbûn ji girêbesta navbera kompaniya petrolê ya Amerîkî û HSDê re nîşan da, îro 3yê Tebaxê jî Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew girêbest nayê qebûlkirin û rojevîkirina parçebûna Sûriyê bipêş dixe.

Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser girêbesta HSD û kompaniya Amerîkî Delta Crescent Energy LLC ku senatorê Amerîkî Lindsey Graham, piştî hevdîtina ligel Mezlûm Ebdî ji raya giştî ya cîhanê re ragihandibû.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku berhemanîn û bazirganiya petrola Sûriyê ji aliyê HSDê ve (PKK/YPG) bi awayekî eşkere rojeva parçebûnê radixe pêş çavan ku ew dewlemendiyên xwezayî yên hemû gelê Sûriyê ne.

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi vê pêngavê re Amerîkayê jî bi binpêkirina hiqûqa navdewletî tohmetbar dike û dibêje, ev yek dikeve çarçoveya fînansekirina terorîzmê û ew bi awayî vê gava hatiye avêtin qebûl nakin.