Li Iraqê xwepêsandanên ji bo bîranîna “Xwepêsandanên Cotmehê” destpê kirin
PeyamaKurd – Li Iraqê xwepêşandanên ji bo bîranîna “Xwepêşandanên Cotmehê” destpê kirin û piraniya rêyên ber bi Navçeya Kesk ve diçin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.
Li gor çavkaniyên xwecihî diyar kir, berî bîstekê xwepêşandanên “Tişrîniyan” destpê kir û hejmareke mezin ji endamên hêzên leşkerî û ewlehiyê li Bexdayê hatine belavkirin.
Hat ragihandin ku hemû rêyên ber bi Navçeya Kesk û meydana Tehrîrî ve diçin, ji bo rêgirtina li pêş xwepêşandaran, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin.
Di berdewamiyê de hat eşkerekirin, xwepêşandar vê carê li meydana Nisor û meydana Tehrîrê kom dibin û dixwazin ji wan her du cihan ve ber bi Navçeya Kesk ve biçin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin