Xwepêsandanên Iraqê ji nû ve dest pê kirin
PeyamaKurd – Piştî demeke dirêj bi ser de çû û hikûmeta Mistefa Kazimî hat avakirin, li Iraqê xwepêşandanên protestoyî ji nû ve dest pê kirin.
Hat ragihandin ku ji bo soza berdana xwepêşanderên li bajarên Bexda, Vasit, Babîl, Besra û Kerbelayê berê hatibûn girtin were bicihanîn, ji nû ve xwepêşandanan dest pê kiriye û bangewazî li Serokwezîr Mistefa Kazimî hat kirin ku sozên xwe bicih werîne.
Biryar e îro Yekşemê li Meydana Tehrîr a Bexdayê li hin bajarên din ên Iraqê dîsa xwepêşandan bên kirin.
Herwiha li gorî zanyariyan li bajarê Vasitê xwepêşanderan argir berdaye ofîsa Tevgera Bedir a girêdayî Heşda Şeibî ku çav li rê ye îro jî xwepêşandan berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin