Li Îspanya hejmara herî kêm ya 17 rojan hat tomarkirin
PeyamaKurd – Li Îspanya ku piştî Îtalya welatê herî zêde vîrusa koronayê bandor lê kiriye ye, piştî 17 rojan hejmara miriyên vîrusê ber bi daketinê ve diçe.
Li gorî amarên 10ê Nîsanê di 24 saetên dawî de, 396 kesên din ji Covid-19 can dan û hejmara miriyan bi giştî bû 15 hezar û 483 kes.
Ev hejmar di 17 rojên dawî de hejmara herî kêm ya miriyan e ku wekî nîşaneyeke erênî ya kêmbûna berbelaviya vîrusê jî tê nirxandin ku tê gotin, Îspanyayê lutkeya herî zêde derbas dike.
Li Îspanyayê heta niha 157.022 tûşbûyî hatine tesbîtkirin ku ev hejmar ji Îtalyayê zêdetir e. Lê belê hejmara tûşbûyên rojane jî daketiya 3 hezar 800 kesan ku rêjeya zêdebûnê daketiya ji sedî 3yan.
Li seranser dinyayê hejmara tûşbûyên Covid-19 milyonek û 600 hezar kesan derbar kir û hejmara miriyan jî 100 hezar kesan derbas kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin