Li Îspanya pistî mehekê hejmara herî kêm hat tomarkirin
PeyamaKurd – Li demeke ku hejmarên tûşbûyên nû yên vîrusa koronayê hê jî zêde dibin, welatên Ewropayê ku herî zêde ji wê nexweşiyê bêzar bûne amadekariya sistkirina tedbîran û vegera jiyana asayî dikin.
Yek ji welatê herî zêde mirin lê çêbûne, li Îspanyayê hejmara mirinên ji Covid-19 ji nişka ve kêm bû ku îro 26ê Nîsanê piştî mehekê hejmara herî kêm ango 288 mirî hat tomarkirin.
Ev hejmar piştî mehekê ya herî kêm e li Îspanyayê ku hêviya nemana koronayê dide.
Li Îspanyayê bi zêdebûna 1.729 pêketiyên nû yên vîrusa korona re, hejmara giştî gihîştiye 207,634 kesan û hejmara miriyan jî bûye 23 hezar û 190 kes.

Heta niha li seranser cîhanê 204 hezar zêdetir kes ji nexweşiya Covid-19 mirine û hejmara tûşbûyan jî gihîştiye nêzîkî 3 milyon kesan.
Bi taybet welatên Fransa, Îtalya û Avustralya hewl didin tedbîrên karantînaya nav malan sist bikin û vegerin jiyana asayî û planên xwe bo meha Gulanê ji niha ve eşkere dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin