Li Îsraîlê nexwesiyeke nû ya bi navê Florona derket holê
PeyamaKurd – Li Îsraîlê, nexweşiyeke nû ya bi navê Florona derket holê û ev nexweşî ji hevgirtina vîrusa Koronayê û Înfluenzayê çêbûye.
Li gor rojnameya Yediot Aharonot; li nexweşxaneyan yekem haleta Florona hatiye tomarkirin.
Nexweşiya duserî ya Korona û Înfluenzayê, vê hefteyê li navendeke bijîşkî hat destnîşankirin û kesa pêketî jin e.
Rayedarên Tendirustiyê eşkere kirine, wê jinê derzî li xwe nedaye, tedawiya wê hatiye kirin û pêketina wê giran nîne û îro înê ji nexweşxaneyê derdikeve.
Herwiha Wezareta Tendirustiyê ya Îsraîlê li pey haletên bi vê şêweyê ye û lêkolînên xwe didomîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin