Li Îstenbolê operasyon kirin ser PKK/KCKê: 3 zîndanî

10 October 2024 23:28 0 dîtin
Li Îstenbolê operasyon kirin ser PKK/KCKê: 3 zîndanî

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê bi sedema di seha siyasî ya PKK/KCKê de cîh sitendine, asayîşa Îstenbolê beşa îstîxbarat û TEMê operasyon kir û 5 kesan xist binçav.

Piştî girtina îfadên wan li baregeha asayîşa Îstenbolê wan birin dadgehê û dadgehê 3 kesan şand zîndanê û 2 kesn bi şertê kontrola edlî serbest berda.

Navên kesên zîndanî an kesên serbest hatin berdan nehat ragihandin.