Li Îtalyayê hilbijartina pêswext çêdibe

20 September 2022 01:13 0 dîtin
Li Îtalyayê hilbijartina pêswext çêdibe

PeyamaKurd – Li Îtalyayê hilbijartina di wextê xwe de di bahara sala 2023an de dê bibûya lê bi sedema serokwezîrê Îtalyayê Draghi di 21 ê temmûzê de îstîfa kiribû hilbijartinê xistin 25 ê êlûnê. Hukumeta Îtalyayê gelek caran ji partiyên koalîsyonê yên çep û rastgir ava dibe. Lê niha tirsa demokratên Îtalyayê û lîberalan ew e ku partiyeka tund ya rastgir weka faşist piraniya dengan bixe destê xwe û bibe desthilat.

Herkes li gor xwe texmînên encama hilbijartinan dike lê wê di 25 ê êlûnê û piştî wê encam diyar bibe. Li Îtalyayê ji aliyekî de bandora tund ya Kovid-19 ê û li aliyê dinê jî aboriya welat ya xerab bandorê li ser Îtalyayê zêde kiriye. Xelkê Îtalyayê difikire bê çawa xwe ji bin ewçend barê giran derxe. 9 care ku li Îtalyayê hilbijartina pêşwext çêdibe.