Li Japonyayê bi pileya 6,6 erdhejek pêk hat

05 October 2023 11:10 0 dîtin
Li Japonyayê bi pileya 6,6 erdhejek pêk hat

PeyamaKurd – Li girava Torîşîma ya li rojhilatê Japonyayê bi mezinahiya 6,6 erdhejek pêk hat.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) li gor saeta herêmî saet di 11.00an da li girava Torîşîmaya Okyanûsa Pasîfîkê bi lerza 6,6an erdhejek pêk hat.

Piştî erdheja ku bi kûrahiya 10 kîlometreyan pêk hat, li herêmê hişyariya tsunamiyê hat dayîn.

JMA ji bo arşîpela Izu ya ku girava Torîşîma lê ye hişyariya tsunamiyê ya 1 metre bilind da.

Li gorî hişyariya ku li gorî saeta herêmî di 11.10an de hat dayîn, tê payîn ku pêlên tsunamiyê di saet 11.30an de bigihîjin arşîpela Izu û derdora 11.50an de jî giravên Hachijooci.

Arşîpelago ji hêla îdarî ve girêdayî Tokyo ye û li başûrê paytextê ye.