Li Kampa Holê 2 jinên iraqî hatin kustin
PeyamaKurd - Li kampa Holê ya li bajarê Hesekê ku tê de bi hezaran malbatên DAIŞê dimînin, bûyereke din a kuştinê rû da.
Hat ragihandin ku di nav du rojên dawî de du jinên ji Iraqê ku her du xwişkên hev in, li nav kampa Holê hatine kuştin.
Hat zanîn ku navê yekê Ala Etiye Ehmed (31 salî) û navê ya din jî Rexd Etiye Ehmed (32 salî) e.
Berî niha bi hefteyekê jî jineke iraqî bi navê Menal Xelîl Îbrahîm (26 salî) li nav kampê hatibû kuştin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) meha borî operasyoneke berfireh a asayîşê di nav kampê de pêk anîbû û bêhtirî sed DAIŞî jî hatibûn girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin