Li Kerkûkê 4 sehîdên xwepêsandana 2yê Îlonê hatin bibîranîn

11 October 2023 19:40
Li Kerkûkê 4 sehîdên xwepêsandana 2yê Îlonê hatin bibîranîn

PeyamaKurd – Bi minasebeta çilrojiya şehîdkirina 4 kurdên Kerkûkê ji aliyê hêzên Iraqê ve di 2yê Îlonê de, îro 11ê Cotmehê bi pêşengiya Liqa 3 ya PDKê, li bajarê Kerkûkê merasîma çile ya her çar şehîdan hat kirin û hatin bibîranîn.

Cîgirê Serokê Perlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdula, di merasîma çileya şehîdên xwepêşandana Kerkûkê de axivî û ragihand: “Nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye lê erkê me ye ku em rêzê li pêkhatên wê bigirin. Ezmûna Herêma Kurdistanê jî baştirîn nimûneye ji bo vê mijarê, ku em rojane dibînin çawa serederî bi pêkhatên Herêma Kurdistanê re tê kirin û li cihên din çi li wan tê kirin.”

Hêjayî gotinê ye, 2yê Îlona 2023yan, li taxa Rehîmawa ya bajarê Kerkûkê, welatiyên Kurd bi alayên Kurdistanê li dijî daxistina rêya Kerkûk-Hewlêrê xwepêşandaneke aştiyane kirin, lê hêzên Iraqê gule bi ser wan de reşandin û bûn sedema şehîdbûna çar welatiyên Kurd ên bi navên Hawkar Ebdula, Heval Sitar, Semed Mihemed û Husên Sabir.

Herwiha nêzî 15 kes birîndar bûbûn û hejmarek kes jî hatibûn binçavkirin.