Li Kerkûkê du endamên DAISê hatin girtin

26 September 2020 12:12 0 dîtin
Li Kerkûkê du endamên DAISê hatin girtin

PeyamaKurd Li Kerkûkê du endamên DAIŞê hatin girtin. Herwiha sînorên li gel Sûriyê jî têne tundkirin.

Li gor Berdevkê Fermandariya Giştî yên Hêzên Çekdarî yên Iraqê Yehya Resûl diyar kir, di 24 saetên piştî girtina endamekî şaneyeke rêxistina DAIŞê li Kerkûkê, endamekî din ê wê şaneyê jî hat girtin.

Herwiha Yehya Resûl eşkere kir, li ser raspardeyên Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdaran, biryara tundkirina deverên sînorî yên li gel Sûriyê hat dayîn, bi rêya zêdekirina tawer û kamerayên çavdêriyê û çêkirina dîwar bi dirêjahiya xeta sînor.