Li Kerkûkê êrîsî posterên namzedên PDKê dikin: ‘Nikarin me lawaz bikin!’

19 September 2021 20:14 0 dîtin
Li Kerkûkê êrîsî posterên namzedên PDKê dikin: ‘Nikarin me lawaz bikin!’

PeyamaKurd - Piştî destpêkirina bangeşeya hilbijartinên 10ê Cotmehê yên parlamentoya Iraqê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi fermî vegeriya Kerkûkê û dest bi xebatên xwe kirine. Lê belê ev demek e poster û pankartên PDKê yên li nav Kerkûkê rastî êrîşan tên û têne dirandin.

Hêzên ewlehiyê heta niya 7 kes bi tometa dirandina wêneyên namzedan desteser kirine û vîdyoyên ku hin ciwan wan posteran didirînin hatine belavkirin.

Namzedê PDKê li Kerkûkê Şaxwan Ebdulla li ser wan êrîşan got: “Dirandina posterên me, nîşana hebûna me wek PDK ye. Bi nêrîna wan, eger wêne û posterên kandîdên PDKê bidirînin, dê PDKê lawaz bikin. Lê nizanin ku em di dilê xelkê de ne.”

Welatiyên Kurd ê Kerkûkê jî dibêjin, divê Kurd di vê hilbijartinê de bi ser bikevin û ew rê nedin Kurd li hember netewên din têk biçin.

Li Kerkûkê 3 bazneyên hilbijartinê hene, bazneya yekem bi bazneya Kurd naskirî ye û 5 kursiyên wê hene.

Berdevkê Komisyona Bilind a Hilbijartinan li Kerkûkê ragihandiye ku wan bi nivîsekê daxwaz ji hêzên ewlehiyê kirine, da ku wêne û posterên namzedan biparêzin.