Li Kerkûkê li dijî DAISê operasyon hat destpêkirin
PeyamaKurd – Li dijî endamên rêxistina terorîst a DAIŞê ku li başûrê bajarê Kerkûkê hebûna wan hat tesbîtkirin, operasyon hat lidarxistin.
Berdevkê Rêveberiya Polîsên Kerkûkê Amir Nûrî têkildarî operasyonê daxuyaniyek da.
Nûrî diyar kir, operasyon li nêzî gundên Kuçuk Yorgun, Bûyûk Yorgun, Hemîdiye û Malîha yên navçeya Havice û geliyên Hasa, El-Cenabî û El-Yorgun hatiye lidarxistin û Heşdî Şeibî jî tevlî operasyonê bûye û operasiyon ji aliyê hêzên esmanî yên Iraqê ve hate piştgirî kirin.
Rêxistina terorîst a DAIŞê di Hezîrana 2014an de tevahiya parêzgehên Mûsil, Selahedîn û Enbarê yên Iraqê û herwiha hin parêzgehên Diyala û Kerkûkê bi dest xistibûn û bi salan ev navçe ji rêxistinê hatin paşdexistin.
Tevî ku 5 sal bi ser derxistina DAIŞê ji herêmê û vegerandina bajaran re derbas dibe, lê êrîşên wê rêxistinê berdewam in bi taybet li gundewarên parêzgeha Kerkûk, Diyala, Mûsil, Selahedîn û Enbarê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin