Iraq | Li dijî DAISê operasyona ‘Brûska Asman’ hat destpêkirin

23 November 2021 22:00 0 dîtin
Iraq | Li dijî DAISê operasyona ‘Brûska Asman’ hat destpêkirin

PeyamaKurd - Artêşa Iraqê ragihand ku bi piştevaniya hêzên esmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê, ku Amerîka serokatiya wê dike, dest bi helmeteke berfireh a ji bo lêdana binke û baregehên çekdarên DAIŞê kir.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê eşkere kir ku helmetek bi navê Birûska Asman li dijî çekdarên DAIŞê li Iraqê hat ragihandin, ku balafirên Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniya artêşa Iraqê dikin.

Hat ragihandin ku qonaxa yekem a Birûska Esman li temamê hêzên serbazî dest pê kir, ku yekîneyên çavdêrîkirinê ji temamê pêkhateyên artêşa Irtaqê bi hevkariya tora îstixbarata federal û beşên lêkolînê yên li Wezareta Navxwe, çavdêriyeke hûr li wan deverên ku binke û baregehên DAIŞê lê ne, dest pê kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ev çalakî bi mebesta armancgirtina temamê binke û baregehên çekdarên DAIŞê li deverên cuda cuda yên Iraqê ye, herwiha rêlibergirtina li êrîşên DAIŞê yên ser pêgehên artêşa Iraqê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Iraqê piştî ku çekdarên DAIŞ ji temamê bajarên sereke hatibû derxistin, di sala 2017an de serkeftina xwe ya li hember DAIŞê ragihandibû, lê êrîşên şaneyên DAIŞê bi taybet li navçeyên Kurdistanî yên derveyî Îdareya Kurdistanê û li çend herêmên din ên Iraqê bi xurtî berdewam dikin.