Li Kerkûkê teqînek çêbû: 2 kes giran birîndar bûn!
PeyamaKurd- Li Kerkûkê li navçeya Dûbizê di dema ku trempêleke sivîl derbas bû de, teqînek çêbû. Di encama teqînê de 2 kes giran birîndar bûn. Li navçeya Pirdê jî li nêzîkî baregeheke leşkerî ya eydê Esaîb Ehlî Heq teqînek çêbû.
Li Kerkûkê li navçeya Dûbizê li nêzîkî gundê Çertê di dema ku trempêleke sivîl derbas bû de, teqînek çêbû. Di encama teqînê de du sivîlên bi navê Niyaz û Dîno giran birîndar bûn. Birîndar rakirine nexweşxanya Dûbizê.
Ji xeynî vê jî li navçeya Pirdê jî li nêzîkî baregeheke leşkerî ya eydê Esaîb Ehlî Heq teqînek çêbû. Di derbarê teqînê tu hûrgilî nehatin standin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin