Sirnex | Teqînek çêbû: Yek jê bi giranî 2 kes birîndar bûn

14 August 2021 14:02 0 dîtin
Sirnex | Teqînek çêbû: Yek jê bi giranî 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navçeya Elkêya Şirnexê, di dema hilweşandina dîwarê baxçeyê malekê de, teqînek çêbû û yek jê bi giranî, 2 kes birîndar bûn. 

Li Taxa Alî Çavûş a navçeya Elkê ya Şirnexê, di dema hilweşandina dîwarê baxçeyê malekê de, teqînek çêbû û di teqîna ku nehat zanîn ji ber çi pêk hatiye de, Metîn û Barzan Kiliç birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansên hatin cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkiyê.

Hat hînbûn, Metîn Kiliç bi giranî birîndar bûye. Derbarê teqîna ku sedema wê nehat zanîn de, lêpirsîn hat destpêkirin.