Li Sirnexê di konvoya Erdogan de qeza çêbû: Pasevanekî can da, 3 kes jî birîndar bûn
PeyamaKurd - Otomobîla pasevanên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ku pê re çûbûn bernameya hilbijartinê ya Şirnexê, îro danê êvarê li ser rêya Hezexê qeza kirin.
Hate ragihandin ku polîsekî pasevanê Erdogan di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da û û 3 kes jî birîndar bûn. Li gorî zanyariyan du kesên birîndar jî polîs in û ew bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan îro 13ê Adarê ji bo bengeşeya hilbijartinên şaredariyan ê 31ê Adarê li Şirnexê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin