Li Kibrisê tekneyekî noqav bû
PeyamaKurd- Li ser Behra Sipî nêzîkê Kibrisa Tirkiyê tekneyeka ku di navê de gelek penaber hebûn noqav bû û encama wan felaket bû.
Piştî noqavê 19 kes mirin,103 kes hatin rizgarkirin û li dora 25 kes jî wenda ne. Li gor agahiya ku asayîşa peravê ya Kıbrisê daye, di teknê de 150 kes hebûne û nêzî Yeni Erenköyê noqav bûye. Hêzên rizgarkirinê karibûn 103 kesan rizgar bikin.
Bi sedema ku ciyê bûyerê nêzî Tirkiyê bû, tîmên Tirkan jî tevli xebatê bûn. Kesên hatin rizgarkirin hatin şandin bo Tirkiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin