Li ser ava bendava Kebanê tekneyekî bi xwediyê xwe ve noqav bû

09 September 2022 21:40 0 dîtin
Li ser ava bendava Kebanê tekneyekî bi xwediyê xwe ve noqav bû

PeyamaKurd – Li ser ava bendava Kebanê ku bi ser bajarê Xarpêtê ye tekneyekî ku xwediyê wê ji xwe re masiyan digirt bi yekcarî noqav bû. Li ser noqavbûba tekneyê tîmên AFAD û cendrimeyan ji bo masîvan peyda bikin dest bi lêgerîna binava bendava Kebanê kirin. Bi tîmên dewletê re tekneyên din yên ser ava Kebanê jî xebata lêgerîna hevalê xwe dewam dikin.

Tekneya noqav bûye li gundê ser navenda bajêr yê bi navê Muratçikê noqav bûye û heya niha jî sedema noqavê nayê zanîn. Lêgerîna ji bo dîtina xwediyê tekne dewam dike.