Li Kobanê leskerekî Sûrî bi guleya sekvanê artêsa Tirk hat kustin
PeyamaKurd – Li gundê sînorî yê Qeremox ê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, leşkerekî hêzên rejîma Sûriyê bi guleya sekvanên artêşa Tirkiyê hate kuştin.
Li gorî zanyariyên xwecihî, doh 13ê Çile leşkerên artêşa Tirkiyê gule berdan xaleke hêzên artêşa Şamê ya li gundê Qermox ê Kobanê ku dikev ser sînorê herdu aliyan.
Hat ragihandin ku di encama guleberdana sekvanên Tirk de leşkerekî hêzên rejîma Sûriyê yê bi navê Celal Kemal hat kuştin ku bixwe ji parêzgeha Siwêdayê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin