Li Licê agir bi gihayê deverê ket û belav dibe

28 July 2020 23:27 0 dîtin
Li Licê agir bi gihayê deverê ket û belav dibe

PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê li navçeya Licê li herêma çiya, agir bi gihayê deverê ket. Agir vê sibê destpêkir û ji Diyarbekirê tîmên îtfaiyê û Rêevebiriya Daristanê mudaxeleyê şewatê kirin lê bi sedema bayê agir berê xwe diguhêre. Bi sedema ku arazî çiyaye çûna erebeyên îtfaiyê û Rêvebiriya Daristanê gelek zahmete.

Şewata li çiyayê Licê di nav 20 hektar arazî de dewam dike. Şewat ji ciyên jîngehan dûr e lê tevî wî jî muxtarên gundan bo her îhtîmalê hatine agahdarkirin û tedbîr hatine sitendin. Di serî de şewat li ser sînorên gundan destpêkir. Şewat heya niha neketiye nava gundan.