Li Lozanê 2yemîn Komeleya Mala Kurdan hate avakirin

16 July 2024 15:31 0 dîtin
Li Lozanê 2yemîn Komeleya Mala Kurdan hate avakirin

PeyamaKurd - Bi rêxistinbûna Kurdên li dîasporayê, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê, bi merasîmeke girseyî 2yemîn Komeleya Mala Kurdan hate vekirin.

Komeleya Mala Kurdan a yekemîn di 2022yan de ji aliyê hejmarek Kurdên bakurê Kurdistanê ve hatibû avakirin. 

Ev komeleya ku li Lozanê hate vekirin, duyemîn komeleye.

Nivîskar Necat Zivîngî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û gringiya hevkariya Kurdan destnîşan kir.

“Eger em bi hev re kar nekin em nikarin bi ser bikevin”

Nivîskar Necat Zivingî got, “Îro ev mînakek biçûk e vekirina Mala Kurdan li vê derê nîşaneya karkirinê ye.

Eger em bi hev re kar nekin wê çawa çêbibe. Belkî her yek ji me bi dilsozî bi fedakarî gelek karan bikin lê di netîcestandinê de mixabin em dê bi ser nekevin.”

Hunermendê Efrînî Cengîz jî di merasîma vekirina komeleyê de konserek da.

Endamê rêveberiya komeleyê Hesen Parlak jî dibêje, dê ji bo Kurdên li dîasporayê xizmetên girîng û hêja bikin.

“Em ji bo gelê Kurd û Kurdistraneke azad kar dikin”

Endamê Rêveberiya Komeleya Mala Kurdan Hesen Parlak wiha anî ziman: “Em ji bo gelê Kurd û Kurdistraneke azad kar dikin. Hêvî û baweriya me heye ku dê Mala Kurdan li vê diyasporayê, Swîsreyê tiştên baş û rind derxîne holê.”

Komeleya Mala Kurdan sala 2022yan li bajarê Lozanê yê Swisreyê hat vekirin û bi taybetî ji bo Kurdên li diyasporayê xizmetên fêrkirina zimanê Kurdî û çand û hunerê pêşkêş dike.

Herwiha komele piştgiriya xwendekarên Kurd jî dike.