Li Manîsa ya Tirkiyê erdheja bi pileya 5,1an bû sedema tirs û panîkê
PeyamaKurd – Li bajarê Manîsa yê Tirkiyê ku ev zêdeyî mehekê ye bi tundiya cuda erdhej lê çêdibin, îro piştî nîvro bi tundiya 5.1ê erdhejeke din çêbû.
Erdhejê bandora xwe li Stenbol, Îzmîr, Balikesir û bajarê Bursayê jî kir ku bû sedema tirs û panîkê.
Piştî erdheja mezin a Xarpêtê ya bi pileya 6,8an ku li gorî amarên fermî 41 kesan tê de can da û nêzî sed avahî hilweşiyan, erdheja herî bihêz a vê dawiyê ya pileya 5,1 a Manîsayê ye.
Li gor çavdêrxaneya Kandillî ya Zanîngeha Bogaziçiyê erdhej di kûrahiya 11 km ya erdzemînê de li Kirkagaç a Manîsayê rû daye.
Keyayê gundekî navçeya Kirkagac a Manîsayê piştî erdhejê ragihandiye ku ziyaneke mezin li gundê wan çêbûye, xaniyek herifiye û yek di xeteriyê de ye.
Berevajî hin nûçeyên ruxana hinek avahiyan, rayedaran ragihand ku ti ziyaneke madî û canî ya vê erdhejê çênebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin