Li Meletiyê bi çekan li hev xistin: 2 kustî
PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Yeşilyurdê li taxa Çavuşoğlu di sanayiya biçûk de di navbera Ahmet Şahin (21), Kemal Aksüt (23) û M.T. (21) de pevçûn derket û bi çekan li hev xistin. Kesên bi navên Ahmet Şahin û Kemal Aksüt birîndar bûn û tîmên 112 an wan bi ambûlansan birin nexweşxanê. Lê her dû jî li nexweşxanê can dan.
Gumanbar M.T. û A.Ş. reviyan lê polîs wan desteser kir. Piştî wan birin edliyê, dadgerê nobedar wan şand zîndanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin