Li Mêrdînê pistî operasyona leskerî li 4 gundan qedexe hat ragihandin

05 June 2020 16:55 0 dîtin
Li Mêrdînê pistî operasyona leskerî li 4 gundan qedexe hat ragihandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî operasyona leşkerî li 4 gundên navçeya Mahsertê ya bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derve hat danîn.

 Parêzgariya Mêrdînê li 4 gundên navçeya Mahsertê ya Mêrdînê piştî operasyona leşkerî qedexeya derketina derve ragihand.

Parêzgariyê da xuyakirin, li gundên Xirbêmamîtê, Xanîsora, Kewarêxê û Yestê yên Mahsertê qedexeya derketina derve ji demjimêr 03.00yê şevê ve dest pê kiriye.  

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê doh 4ê Hezîranê di daxuyaniyeke xwe de gotibû, li heman wê herêma operasyonê 2 PKKyî hatine kuştin.