Li Mêrdînê qedexeya 15 rojan hat ragihandin

21 February 2021 14:04 0 dîtin
Li Mêrdînê qedexeya 15 rojan hat ragihandin

PeyamaKurd – Parêzgariya bajarê Mêrdînê yê bakurê Kurdistanê, ji bo dema 15 rojan çalakî û şahiyên ku li bajêr werin lidarxistin qedexe kir. 

Parêzgariya Mêrdînê ragihand ku 15 rojan çalakî û şahiyên ku li bajêr werin lidarxistin hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di çarçoveya biryara qedexeyê de wê destûra otomobîlên ji derveyî bajêr werin neyê dayîn.

Hat diyarkirin ku biryara qedexeyê bi sedema ewlehiyê û pandemiya koronayê hatiye standin û wê heta 7ê Adarê berdewam bike.