Li Mêrdînê qedexeya 30 rojan hat ragihandin

15 June 2020 20:13 0 dîtin
Li Mêrdînê qedexeya 30 rojan hat ragihandin

PeyamaKurd – Li demeke ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Tirkiye û bakurê Kurdistanê çalakiyên cemawerî dane destpêkirin û meşekê ber bi Enqerê li dar dixe, Parêzgariya Mêrdînê jî ragihand ku ji bo 30 rojan li nav sînorên bajêr her cure çalakî hatine qedexekirin.

Parêzgariya Mêrdînê bi daxuyaniyekê ragihand, çalakiyên mîna civîn, meş, mitîng, daliqandina pankartan, daxuyaniyên çapemeniyê, xwepêşandan, konser, belavkirina belavokan, vedana çadiran û hemû çalakiyên bi wî rengî, ji 16ê Hezîranê heta 15ê Tîrmehê hatine qedexekirin.

Parêzgariyê herwiha da xuyakirin ku kesên ku li gorî qedexeyê tevnegerin wê bên cezakirin.

Bi sedema mexa HDPê ya ji Edirne û Colemêrgê ber bi Enqereyê ve heta niha li bajarên Colemêrg, Bedlîs, Wan, Şirnex, Edîrne, Kocaelî, Sakarya û Tekirdagê lidarxistina çalakiyan hatiye qedexekirin.