Li Mûsilê 5 terorîstên DAISê hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Li bajarê Mûsilê 5 terorîstên DAIŞê ji aliyê hêzên Iraqî ve hatin desteserkirin.
Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihandiye, li nav bajarê Mûsilê 5 çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin girtin ku yek ji wan, dema Mûsil di destê DAIŞê de bû, qazî bûye.
Li gorî agahiyên wê wezareta Iraqê, wan terorîstên DAIŞê xwe veşartibûn lê di encama xebatên îstixbaratî de hatin girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin