Li nav sînorên Kerkûkê 5 terorîstên DAISê hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Li nav sînorên bajarê Kerkûkê di encama operasyoneke hêzên emenî yên Iraqê de 5 terorîstên DAIŞê hatin desteserkirin.
Berpirsê ragihandin û pêwendiyên polîsê federal ê Iraqê Enwer Ebas da xuyakirin ku li ser zanyariyên îstixbaratê, polîsê federal ê Iraqê li nehiya Riyaz a ser bi parêzgeha Kerkûkê terorîstekî DAIŞê desteser kir.
Wezareta navxwe ya Iraqê jî bi daxuyaniyekê ragihand 4 terorîstên DAIŞê li çend cihên cuda yên bajarê Kerkûkê hatine desteserkirin.
Rêveberiya îstixbarata Kerkûkê ya ser bi wezareta navxwe ya Iraqê ve diyar kir ku şaneyeke ji 4 kesan hatiye desteserkirin ku ew çar terorîstên DAIŞê bûn û navên wan jî Ebu Zeyd, Ebu Ezam, Ebu Ziyad û Ebu Ehmed e.
Herwiha hat ragihandin di dema lêkolînê de terorîstên desteserkirî li xwe mikur hatine ku tewan pêk anîne û beşdarî hin kiryarên terorîstî bûne û di sala 2015an de şer li dijî hêzên ewlehiya Kerkûkê kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin