Li nêzî balyozxaneya Amerîka êrîsa xwekujî: 1 kustî, 5 birîndar...

06 March 2020 17:44 0 dîtin
Li nêzî balyozxaneya Amerîka êrîsa xwekujî: 1 kustî, 5 birîndar...

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nêzîkî avahiya balyozxaneya Amerîkayê ya li Tunisê, teqîneke xwekujî rû daye.

Li gorî ragihandina medya Tunisê, teqîna xwekujîyê 50 metre dûrî balyozxaneya Amerîkayê, li taxa Bûherîrî ya li Tunisa rû daye.

Li gor zanyariyan teqîn dema karwaneke hêzên ewlekarîyê derbas dibû pêk hatiye û kesê xwekuj bi motorsiklekê ve xwe gihandîye hêzên ewlekarîyê û xwe teqandiye.

Derbarê ziyanên teqînê de, li gorî agahiyên destpêkê tenê kesê xwekuj miriye û 5 kesên din jî birîndar bûne.