Li nêzî baregeha Tirkiyê êrîsa xwekujî: 5 kustî, 11 birîndar

06 November 2022 14:41 0 dîtin
Li nêzî baregeha Tirkiyê êrîsa xwekujî: 5 kustî, 11 birîndar

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li welatê Somaliyê, li nêzîkî baregeheke leşkerî ya Tirkiyê, êrîşeke xwekujî li ser kampa perwerdeya leşkerî hatiye encamdan û 5 kes hatine kuştin.

Li gorî ragihandina Serfermandarê Somaliyê General Odawa Yusuf, li paytexta Somalî bajarê Mogadîşuyê êrîşî navenda perwerdehiya leşkerî hatiye kirin û di êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û 11 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku Rêxistina El-Şebab a wekî DAIŞê Somaliyê tê zanîn, berpirsyariya êrîşê li xwe girtiye.

Li gorî nûçeya AFPê ku dispêre çavkaniyên leşkerî, di êrîşê de sivîlên ku ji qada kampa leşkerî derbas bûne birîndar bûne û êrîşkar li kampa rahênana leşkerî ya General Dhaga-Badan xwe wek leşker xwe nîşan daye û piştre xwe teqandiye.

Hat diyarkirin ku cihê teqîn çûbûye nêzîkî baregeha leşkerên Tirkiyê ye ku li Somalîyê hatine bicihkirin.