Hevpeymaniyê li nêzîkî baregeha Tirkiyê 2 berpirsên DAISê kust

21 June 2020 12:38 0 dîtin
Hevpeymaniyê li nêzîkî baregeha Tirkiyê 2 berpirsên DAISê kust

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku doh 20ê Hezîranê, li bajarê Babê yê di destê artêşa Tirkiye û komên çekdar de, Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê operasyonek pêk anî ku du terorîstên berpirsên DAIŞê yên tirsnak hatin kuştin.

Li gorî ragihandina Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê, di operasyonê de, waliyê DAIŞê yê Reqayê Fayiz Ikal û biryayê wî Izo Ikal hatin kuşin.

Hat diyarkirin, ev herdu kes dema li ser motorsikêtekê li nêzî bargeheke leşkerî ya Tirkî li Cebel Iqêl bûn, hevpeymaniyê li dijî wan êrîşek pêk anî.

Li gorî zanyariyan nasnameyeke sexte bi Fayiz Ikal re hebû ku navê Ehmed El-Derwîş Hisên li ser bû û ew nasname ji aliyê rêveberiya Babê ya Tirkiyê ve hatibû dayîn.

Fayiz Ikal ê di nav DAIŞê de bi navê Ebû Esed El-Şemalî tê naskirin ku tiliya wî di kuştin û girtina bi dehan ciwanên Reqa û Dêra Zorê de hebû.