Li Nînowayê çekdarekî Hesda Seibî hat kustin, yek jî birîndar bû

21 September 2020 18:38 0 dîtin
Li Nînowayê çekdarekî Hesda Seibî hat kustin, yek jî birîndar bû

PeyamaKurd - Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê ragihand ku li Nînowayê çekdarekî milîsên Heşdî Şebî yên bi ser Îranê ve ku yek ji hêza artêşa Iraqê ye, dema operasyoneke dijî DAIŞê de hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên iraqî li devera Cizret Ken’ûs a Nînowayê di operasyona dijî DAIŞê de, miqdarek çek û cebilxaneya şaneyên DAIŞê girtine.

Herwiha hatiya diyarkirin ku li sînorê Iraq û Sûriyê jî 3 kesên ku berê çekdarên DAIŞê bûn hatine girtin ku yek ji wan ji Sûriyê bûye.