Li Otelê teqîn çêbû: 3 kustî, 7 birîndar…
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li başûrê rojhilatê Afganistanê di otelekê de teqîn çêbûye û di encamê de bi kêmanî 3 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.
Li gorî ragihandina Reutersê, li başûrê rojhilatê Afganistanê di otelekê de teqînek çêbû. Hate diyarkirin ku di encama teqînê de herî kêm 3 kes hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn.
Hêjayî gotinê ye, berî 2 hefteyan jî dema merasîma cenazeyê cîgirê weliyekî herêmeke tevgera Talîbanê de, li bakurê Afganistanê teqînek di mizgefekê de çêbûbû û herî kêm 11 kesan di wê êrîşê de can dabû.
Beriya niha hin teqînên li Afganistanê yên dijî rêveberiya Talibanê rêxistina DAIŞê li xwe girtibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin