Li Pakistanê 6 lesker û 6 TTPyî di ser de mirin
PeyamaKurd – Li Pakistanê li Wezîrîstan a Bakûr hêzên asayîşê bi Talîban a Pakistanê (TTP) re li hev xistin û di encamê de 6 leşkerên Pakistanê û 6 çekdarên Talîbanê hatin kuştin. Beşa têkiliyên bi gel re ya Artêşa Pakistanê (ISPR) ragihand ku li Wezîrîstana Bakûr duhî bi şev li dijî TTPê operasyon dane destpêkirin.
Di operasyonê de yarbayê bi navê Muhammed Ali Şoukat ê operasyonê birêve dibir, jiyana xwe ji dest da.
Di bûyerekî dinê de li Wezîrîstan a Bakûr li bajarê Çarbegê di encama operasyona leşkerî de 2 çekdarên TTPê hatin kuştin. Hat gotin ku yek ji wan di asta bilind de rêvebirê Talîbanê ye.
Li Pakistanê li ser sînorê Afganistanê li eyaletên Hayber Pahtunhva û Belucistanê gelek caran şer germ dibe. Grûb ji bo mafên Peştû û Belûcan dikevin nav tevgerê ku her dû jî ji hemû mafan bêparin.
Pakistan dibêje ku Talîban a Pakistanê baregeha wê li Afganistanê ye û ji wê derê tê îdarekirin lê Afgan vêya red dike.
Rêxistina Belûciyan bi rêxistinin û çekdarin. Gelek caran li hemberê Pakistanê û Îranê dikevin nav tegerên çekdarî ji ber Belîcistan di navbera Îran û Pakistanê de parvekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin