Li Pakistanê hêrisa bombeyî: 7 leskeran can dan

09 June 2024 23:05 0 dîtin
Li Pakistanê hêrisa bombeyî: 7 leskeran can dan

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Pakîstanê, di encama teqîna bombeya li kêleka rê de 7 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.

Li herêma Lakki Marvat a parêzgeha Xyber Pakhtunkhwa ya Pakîstanê, di encama teqîna bombeyê de yek jê fermandar 7 leşkeran canê xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya ku ji aliyê artêşa Pakistanê ve hat dayîn de hate diyarkirin ku hêrişkaran bi teqemeniya bidestçêkirî zirîpoşeke artêşê kirine şêla xwe û di encamê de 7 leşkeran canê xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Ji bo têkbirin û paqijkirina terorîstan li herêmê xebat didomin.”

Heta niha ti rêxistinekê berpirsyariya hêrişê negirtiye ser xwe.

Li Pakistanê û bi taybetî li parêzgehên Xeyber Pakhtunkhwa û Belûcistanê pir caran hêrişên bi vî awayî pêk tên.

Hikûmeta Îslamabadê ji ber van hêrişan Şaxê Talîbana Afganistanê ya li Pakistanê (TTP) tawanbar bike jî rejîma Talîban a Afganîstanê vê yekê red dike.