Li Êrîvanê li dijî polês hêrisa bombeyî
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Êrîvana paytexta Ermenîstanê 3 kesan bi bombeya destan hewl dane hêrişî avahiya midûriyeta polîsan bikin.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Ermenîstanê Armenpressê, 3 êrîşkarên nasnameya wan nediyar bi bombeyên destan hatin ber avahiya Midûriyeta Polîsan a Navçeya Nor Norkê ya li paytext Erîvanê.
Di nûçeyê de hate ragihandin ku hêrişkar bi hêzên ewlehiyê re rûbirû mane, di wê kêliyê de pevçûn derketiye û hêrişkaran bombeyên destên xwe avêtine bi ser polêsan.
Di encama teqîna bombeyê de 2 hêrîşkar birîndar bûn. Êrîşkarên birîndar piştre rakirin nexweşxaneyê.
Hat diyarkirin ku ji hêrişkaran kesê sêyemîn jî çalakiya xwe berdewam kiriye û demekê bi hêzên ewlehiyê re axivîye û piştre hatiye binçavkirin.
Hat diyarkirin ku di nav hêzên polîs û welatiyên ku mudaxeleyî hêrişê kirine de mirî û birîndar tunene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin