Li parêzgeha Enbarê êrîsî baregeha Hevpeymaniya Teqedum kirin
PeyamaKurd – Li parêzgeha Enbarê, bi narincoyekê êrîşî baregeha Hevpeymaniya Teqedum ku Mihemed Helbûsî serokê wê ye kirin.
Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin, şeva borî baregeha Hevpeymaniya Teqedumê li qezaya Hît a li parêzgeha Enbarê bi narincoyekê hat armanckirin.
Zanyarî destnîşan dikin, di encama êrîşê de ziyanên madî gihîştiye baregehê û kelûpelên tê de, lê tu ziyanên madî çênebûne.
Ev êrîş piştî ku do Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî di twittekê de ragihandibû, “hewlek ji bo şikandina heybeta dewletê heye, lê em ji çekê wan natirsin û gefên wan jî qebûl nakin.” Hat.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Hevpeymaniya Teqedum di vê xula Encûmena Nûneran a Iraqê de, xwedî 37 kursiyan e û serokê wê Mihemed Helbûsî wek Serokê Encûmena Nûneran hatiye hilbijartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin