Li Qamislo êrîsa xwekujî: 1 kustî, 2 birîndar

18 August 2019 10:17 0 dîtin
Li Qamislo êrîsa xwekujî: 1 kustî, 2 birîndar

PeyamaKurd - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqîneke xwekujî çebû û li gorî zanyariyên destpêkê di encama wê teqînê de du kes birîndar bûne.

Hat zanîn ku teqîna xwekujî ya bi wesayîteke bombebarkirî li Taxa Erbawiye li ber dibistana pîşesazî ya bajarê Qamişloyê rû daye û 2 kes birîndar bûne.

Herwiha tê gotin ku kesek jî di encama vê êrîşê de can daye û du kesên birîndar jî bo nexweşxaneya Qamişlo hatine veguhestin.