Li Qamislo êrîsî hêzên Amerîkî kirin: 1 kustî, 1 birîndar

12 February 2020 15:47 0 dîtin
Li Qamislo êrîsî hêzên Amerîkî kirin: 1 kustî, 1 birîndar

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 12ê Sibatê dema ku wesayîtên serbazî yên Amerîkî di gundê Xirbet Emo yê rojhilatê Qamişlo re derbas dibûn, hejmarek welatiyên gundên Ereb bi keviran êrîş kirine û çekdarên Berevaniya Niştimanî ya ser bi hikûmeta Sûriyê El Dîfa El Wetenî re jî rê li hêzên Amerîkî girtin û êrîşî wan kirin.

Li gorî zanyariyên jêderên xewcihî rejîma Sûriyê û El-Dîfa El-Wetenî gule bi ser rojnamevanan û dewriyeya Amerîkî de reşandin.

Herwiha hat diyarkirin ku Hêzên Amerîkî jî bersiv dane û welatiyekî Ereb hatiye kuştin û çekdarekî hêza Berevaniya Niştimanî ya Sûrî jî birîndar bûye.

Li gorî agahiyên dawî, hêza Amerîkî hêzeke zêdetir şand wî gundî û helîkopterên Amerîkî jî li esmanê gund digerin.