Li Qamislo otomobîleke Rêveberiya Xweser rastî êrîseke bombeyî hat

19 August 2021 17:09 0 dîtin
Li Qamislo otomobîleke Rêveberiya Xweser rastî êrîseke bombeyî hat

PeyamaKurd - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li dijî otomobîleke sivîl a Rêveberiya Xweser êrîşeke bombeyî hat kirin.

SOHRê ragihandiye ku otomobîleke karmendên Rêveberiya Xweser li ser rêya Qamişlo û Amûdê  teqiya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Medya Rojava jî ragihandiye, êrîş li 15 kîlometreyî  rojavayê bajarê Qamişlo pêk hatiye.

Derbarê ziyanên êrîşa bombeyî ya ser otomobîlê de hîn ti zanyarî nehatine belavkirin.