Rêveberiya Xweser: Kiryarên teqînên li Qamisloyê hatin girtin

13 November 2019 14:59 0 dîtin
Rêveberiya Xweser: Kiryarên teqînên li Qamisloyê hatin girtin

PeyamaKurd- Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand, ku wan hejmarek encamderên teqînên pêr ên li Qamişloyê girtine.

Hêzên ewlehiyê bi daxuyaniyekê aşkere kirin ku piştî şopandina sedemên bûyerên teqînên ku 11ê Mijdarê li Qamişloyê hatine encamdayîn, endamên koma encamder hatine naskirin û girtin.

Hêzên Ewlehiya Navxwe li Rojavayê Kurdistanê di operasyoneke taybet de, duh bi şev encamderên teqînan, yek bi navê Ehmed Casim el Mustefa, û hejmarek ji endamên beşdar ligel wî girtine. Di daxuyaniyê de tê gotin, ku li gorî lêpirsîna destpêkê li gel wan kesan, ew mikur hatine, ku pêwendiya wan ligel kesekî ji Tirkiyê heye.

Roja Duşemê 11ê Mijdara 2019an, di zincîreteqînên li Qamişloyê de 6 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn û 26 kes jî birîndar bibûn. Di nav wan de 4 endamên hêzên ewlehiyê jî hebûn.