Rêveberiya Xweser êrîsa dewleta Tirkiyê ya li ser Qamislo sermezar kir

25 October 2022 13:32 0 dîtin
Rêveberiya Xweser êrîsa dewleta Tirkiyê ya li ser Qamislo sermezar kir

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê êrîşa dewleta Tirkiyê ya bi ‎balafireke bêmirov û biçek a do li ser bajarê Qamişlo pêk anî şermezar kir.

Rêveberiya Xweser hişyarî li ser encamên xerab ê dewleta Tirkiyê ku hewl dide li herêmê pêk bîne ‎da û diyar kir:‎ “Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê me yê Sûrî yê li ‎herêmên Rêveberiya Xweser û ji bo têkbirina îstiqrarê û derxistina tevliheviyê, hewl dide bi ‎hemû îmkanên xwe sivîlan  û malên wan bike hedef, ev jî bêyî tu astengiyên qanûnî û ‎navneteweyî pêk tê.  ‎

Ev veguherîneke metirsîdar û nîşana encamên xerab e ku û bi wê yek rê ji dewleta Tirk re tê ‎vekirin aloziyan zêde bike.‎

Balafira bêmirov a biçek ku do Qamişlo kir hedef berdewama rêzeêrîşên bi balafirên ‎bêmirov e, bi her awayî nîşan dide ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî erîşkar şer ‎radigihîne. Yê sûdê jê digirin jî hêzên çete û terorîst in, di serî de jî DAIŞ û nameyeke zelal a ‎pêkanîna qirkirinê ye. ‎

Hedefgirtina fermandarên QSDê yên ku şerê terorê kirine, herwiha hedefgirtina welatî, ‎mal û milkên wan, karkerên Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl ji hêla dewleta Tirk a dagirker ‎ve binpêkirina eşkere ya hemû pîvanên exlaqî, mîsaq û peymanên navneteweyî ye.‎

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demekê de êrîşa do (‎‏24‏‎ê Cotmehê)‎‏ ‏li ‎ser Qamişlo û hedefgirtina yek ji saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser ku di encamê de 2 ‎welatî şehîd bûbûn, şermezar dikin û em teqez dikin ku bêdengiya çi aliyeke ji aliyên aktîf li ‎Sûriyê, bêdengiya civata navneteweyî û saziyên navneteweyî dikeve berjewendiya ‎desteka siyasî ji dewleta Tirk re û şerê wê li dijî sûriyan û herêmên me. Divê ev yek bi ‎helwestên zelal û cesaret ku nirx û qanûnên navneteweyî teqez dikin werin nîşandan û ‎divê di navbera hincetên dewleta Tirk û şêweyên hedefgirtin û şerê wê yên bêrewa li dijî ‎sûrî û herêmên me de ji hev bên cudakirin.‎

Em ji gelê xwe re bi hemû pêkhateyên wê teqez dikin ku em di parastina destkeftiyên gelê ‎xwe û mafên wî yên îstîqrar, xwerêxistinkirin û parastina rewa de dewam dikin û li hember ‎parastina destkeftiyên şoreşa gelê xwe de dudilî nabin.”