Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê êrîsa dewleta Tirk li navçeya Tirbespiyê sermezar kir
PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê, êrîşa dewleta Tirk li navçeya Tirbespiyê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de, bang li civata navnetewî hat kirin ku helwestê nîşan bide û ji gelên herêmê jî hate xwestin ku li dijî dagirkeriya Tirk hevgîrtin û yekîtiya xwe mezin bikin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê di daxuyaniya têkildarî êrişê de da zanîn, dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî herêmê bênavber didomîne û wiha got: “Terora ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, dewama siyasetên wê yên li dijî ewlehî û aramiya li herêmê û qirkirina gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û herwiha şikandina vîna gelên herêmê ye.”
Herwiha Rêveberiya Xweser êrîş şermezar kir û ji malbata şehîd re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfa xwest.
Herî dawî bang li raya giştî û civata navnetewî kir li dijî van êrîşan helwestê nîşan bidin û rê li ber sûcên dewleta Tirk bigirin.
Bang li gelên herêmê jî hat kirin ku li dijî êrîşan hevgirtin û yekîtiya xwe mezin bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dobalafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Tirbespiyê erebeyek bombebaran kir. Di encamê êrîşê de şervanek şehîd bû û û helbestvan Ferhad Merdê jî di nav de 2 kes birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin